Hejmara qurbaniyên balafirgeha Kabûlê ji 180 kesî derbas bû-HAT NÛKIRIN

Encama teqînê ku pêr li balafirgeha Kabûlê pêk hatin her diçe girantir dibe..
Li gorî daneyên dawî, hejmara kesên di êrişan de hatin kuştkin ji 180’yî derbas bû..
Di vê navberê de Wezareta Parastinê ya Amerîkayê eşkere kir ku ew li bendê ne êrişên nû li Efxanistanê pêk werin..
Li aliyê din Neteweyên Yekbûyî jî hişyar kir ku ji ber rewşa aloz, dibe heta dawiya salê bêtirî 500 hezar kes ji Efxanistanê derkevin..

Pêr li paytexta Efxanistan Kabulê dema ku xebatên derxistina mirovan dewam dikir, li balafirgehê êrişên xwekuj pêk hatin..

Koma binavê Xorasan ku baskê DAIŞ ê Efxanistanê ye berpirsiyariya êrişan girte ser xwe..

Aliyên pêwendîdar eşkere kirin ku hejmara kesên di êrişan de hatine kuştin ji 180 derbas bûne..

Di nava wan de 13 eskerên Amerîkî hene..

Tevgera Talîbanê jî eşkere ku 28 çekdarên wan jî hatine kuştin..

Rojnamegerên li herêmê ragihandin ku heta niha cenazeyên 132 kesan hatine dîtin lê nasnameya ti kesî diyar nebûye..

Bêtirî 200 kesên ku birîndar bûne jî li navendên cûda têne dermankirin..

Lê ji ber rewşa gelekê wan giran e fikar hene ku hejmara kuştiyan jî zêdetir bibe..

Wezareta Parastinê ya Amerîkayê: Em li bendê ne ku êrişê nû li Efxanistanê pêk werin

Di vê navberê de Wezareta Parastinê ya Amerîkayê hişyar kir ku ew li bendê ne êrişên din li Efxanistanê pêk werin..

Berdevkê Pentagonê John Kirby li wê yekê mukir hat ki Amerîka li hemberî êrişên li balafirgehê tedbîrên pêwîst negirtibûn û wiha got:

Em li bendê ne ku êrişên wiha dûbare bibin. Ji ber vê yekê artêşa Amerîka amadekariyên xwe temam kirine.

Artêşa Amerîkayê: Yek ji organîzatorên êrişa balafirgehê hate kuştin

Li aliyê din Artêşa Amerîkayê ragihand ku yek ji organîzatorên êrişa li balafirgeha Kabûlê hate kuştin..

Ji fermandarên biryargeha navendî Bîl Urban eşkere kir ku wan ji derveyê Efxanistanê bi rêya balafirên bê mirovê êriş pêk anîne..

Serokê Amerîkayê Joe Biden jî beriya niha soz dabû ku ew ê bersiveke dijwar bidin berpirsên êrişa li balafirgeha Kabûlê.

Neteweyên Yekbûyî: Heta dawiya 2021’an dibe ku 515 hezar Efxan cih û warên xwe berdin

Neteweyên Yekbûyî jî bi daxuyaniyekê bal kişand ser rewşa aloz a li Efxanistanê..

Komîseriya Bilind a Penaberan ragihand ku ew vê gavê nikarin rewşa li welat diyar bikin û ev hişyarî kir:

Di rewşa heyî de bi taybet pêla koçberiya ber bi Pakistan û Îranê xuya nake. Lê ji rewşê derdikeve holê ku heta dawiya salê 515 hezar Efxan cih û warên xwe berdin.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku ji ber şerê 20 salên derbasbûyî, bêtirî 5 mîlyona Efxan bûne penaber..

Back to top button