Wê Tevgera Sedir tevlî hilbijartinên Iraqê bibe

Rêberê Tevgera Sedir Mûqteda Sedir diyar kir ku wê tevlî hilbijartina pêşwext a Parlamentoya Iraqê bibe û banga tevlîbûna berfireh li alîgirê xwe kir.

Rêberê Tevgera Sedir Mûqteda Sedir duh bi peyamekê di biryara xwe ya boykotkirina hilbijartina pêşwext a parlamentoya Iraqê ku wê 10’ê Cotmehê de pêk were paş gav avêt û diyar kir ku wê tevlî hilbijartinê bibin.

Sedir spasiya Serokwezîrê Iraqê kir û got ku sozên ji bo reformê divê pêk bînin.

Rêberê Tevgera Sedir Mûqteda Sedir bang li alîgirên xwe kir ku ji bo reformê bi awayek berfireh tevlî hilbijartinê bibin.

Roja pencşemê jî Serokê Koma Beyariq Elxêr a li Parlamentoya Iraqê Mihemed Xalid diyar kiri bû ku hefteya bê Serokkomar, Serokwezîr û Serokê Parlamenê dê bipaşxistina hilbijartinên pêşwext ragihînin.

Back to top button