Li Bexdayê lûtkeya civîna welatên cîran pêk tê-HAT NÛKIRIN

Iraqa ya ku dixwaze ji aliya siyasî û aborî xelas bibe, dixwaze li nava cihanê jî deng vede.
Bi armanca hevgirtin û hevkariyê li paytexta Iraq Bexda, civîneke berfireh tê lidarxistin.
Ji serokomar, serokwezîr, şah, mîr û wezîrên welatên cîran û derve nûnerê 8 welatan li Bexda civiyan.
Serokomarê Fransa Macron îşaret bi metirsiya DAIŞ’ê kir û got,
Divê neyê jibîrkirin ku metirsiya DAIŞ’ê hîna didome.
Lîderan jî yek bi yek peyamên xwe dan.

Li paytexta Iraq Bexdayê tevgerek zêde ya hewayî hebû.

Balefir peyhev li balefirgeha Bexdayê daketin.

Ji serokomaran bigre, heta serokwezîr û Qiralan berê xwe dan Bexda.

Lîderên 7 welatan cîran û Ewropa ji aliyê serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ve hatin pêşwazîkirin.

Piştî pêşwaziyan lîderan peyamên xwe yên despêkê dan.

Macron: Pêwiste em metirsiya gefa DAIŞ’ê ji bir nekin

Serokomarê Fransayê Emmanuel di civîna çapemeniyê ya hevbeş de ligel Kazimî de, îşaret bi zêdebûna gefa DAIŞ’ê xwar.

Emmanuel Macron got,

Pêwiste metirsiya DAIŞ’ê neyê jibîrkirin û ev gef hîna maye.

Macron diyar kir ku ew bi têkoşîna hikumeta Iraq ya li dijî komên terorîst bawerin û ji bo piştevaniyê jî ew ê alîkariyê bikin.

Kazimî jî li ser amadebûna welatê xwe bo rûbirûbûna gefên DAIŞ’ê rawestiye û balkişand li ser hevkariya navbera Bexda û Parîsê.

Civîna lîderan bi axaftina Kazimî despê kir.

Kazimî: Iraq bi piştevaniya hêzên navnetewî li dijî terokê biser ket

Serokwezîrê Iraqê zehmetiyên dema derbasbûyî ku welatê wî rûbirûyî wan bûyî bibîrxist û got:

Konferansa Bexdayê perspektîfa me ya ji bo pêşxistina têkiliyên herî baş bi cîhanê re nîşan dide.

Xelkê Iraqê bi piştevaniya hêzên navnetewî karî li dijî terorê biser bikeve.

Kazimî da zanîn ku wan ji bo hilbijartina pêşwext ya 10’ê Cotmehê wê bê lidarxistin ji qada navnetewî alîkarî xwestiye.

Ev yek ji bo keyfxweşî hatiye pêşwazîkirin.

Li Bexda lîderên 8 welatan ji bo hevgirtin û hevkariyê civiyan

Di civîna navbûrî de, lîderên Misir, Fransa, Urdin, Îran, Tirkiye, Erebîstana Siûdî, Kuweyt û Iraqê amade ne.

Hemwextî wê civînek di navbera Iraq, Îmarat, Misir û Qeterê de li dar ket.

Civîn hemwextî wê yekê pêk tê ku dewleta Tirk a dagirker û rejîma Îranê di nava demên dawiyê de xaka bakurê welat kiriye armanca êrişan.

Back to top button