APPG: Divê hikûmeta Brîtanî PKK’ê ji lîsteya terorê derxe

Sal bi sal êdî têkoşîna rewaya tevgera azadî di qada cîhanî de dikeve rojeva parlamentoyên welatên Ewropî.

Koma Parlemena Brîtanyayê APPG bi pêşkêşkirina raporeke ji parlamentoya Birîtanyayê xwest ku divê hikûmeta Brîtanî PKK’ê ji lîsteya terorê derxe.

Komê di raporê de tê bibîrxist ku dewleta Tirk li Rojava û Başûrê Kurdistanê êrişî kurdan dike û ev êriş li ser civakên li herêmê û temamiya Rojhilata Navîn tesîreke nebaş dike.

Sal bi sal êdî têkoşîna rewaya tevgera azadî di qada cîhanî de dikeve rojeva parlamentoyên welatên Ewropî.

Koma Parlementoyê ya Hemû Partiyan a Parlemena Brîtanyayê APPG ku komeke enformel e, beriya bi demekê raporeke balkêş weşand.

Di raporê de ji hikûmeta Brîtanî xwest; têkiliyên xwe yên bi dewleta Tirk re di ber çavan re derbas bike û PKK’ê ji lîsteya terorê derxe.

Kom bi bîr dixe ku bi zextên dewleta Tirk PKK bi sûcbariyên neheq ketiye lîsteya terorê.

Koma APPG’ê xwestiye hikûmeta Qraliyeta Yekgirtî li paşeroja gelê kurd û gelên din ên li Tirkiyê bifikire û vê tespîtê dike:

Li dijî civaka Kurd a li Tirkiyê û rêxistingeriya siyaseta demokratîk zexta dewletê, êriş, komkujî û cezakirina bi komî heye.

Di raporê de tê bibîrxistin ku dewleta Tirk li Rojava û Başûrê Kurdistanê êrişî kurdan dike û ev êriş li ser civakên li herêmê û temamiya Rojhilata Navîn tesîreke nebaş dike.

Kom dixwaze hikûmet ji bo zêdetir binpêkirinên mafan pêk neyên zextê li dewleta Tirk bike û destekê bide rêxistinên siyasî yên Kurdan.

Di raporê de rol û rista Rêber Apo ya di pêvajoya çareseriyê de, berxwedana xwerêveberiyê ya li Bakur û polîtîkayên desteserkirina şaredariyên bakûr jî weke serenavên cuda cih digrin.

Kom her wiha di raporê de balê dikşîne ser zextên li ser HDP’ê û doza ji bo girtina wê hatiye vekirin.

Back to top button