Cristiano Ronaldo piştî 12 salan dîsa li Manchester e

“Ti bixêr hatî mala xwe”

bi van gotinan rêveberiya tîma Îngilîz Manşester Yûnaîted lîstkvanê Portugalî Kirîstîano Ronaldo parve kir..

Bi vî awayî Ronaldo piştî 12 salan wê careke din di nava refên Manşester de be..

Ji tîmên PREMYÎR Premîer Lîga Îngilîz Manchester United doh bi daxuyaniyekê eşkere kir ku lîstikvanê wan ê berê Krîstîano Ronaldo careke din beşdarî wan bûye..

Alîgirên tîma Îngilîz ji ber vegera Ronaldo ji niha ve pir kêfxweş bûne..

Ronaldo cara pêşî sala 2003’an transferê tîma Îngilîz bibû û di nava 6 salan de mohra xwe li gelek serkeftinan dabû..

Û sala 2009’an bi bûhayê 94 mîlyon YORO transferî tîma Spanî Rela Madrîd bû..

Herî dawî lîstikvanê Portugali di nava tîma Îtalî Juvnetûsê de cihê xwe digrit..

Li ser vegera wî ya Manşesterê, berpirsê teknîkî yê Juventûsê  Massîmîlîano Allegrî anî ziman ku Ronaldo di nava tîma wan de bû mînaka lîstikvanê baş..

Lîstikvanê 36 salî heta niha hêjayî gelek xelatên cîhanî hatiye dîtin..

Back to top button