32 xwendekarên li Nîjerya hatibûn revandin serbest hatin berdan

Li eyaleta Kaduna ya Nîjeryayê, 32 ji xwendekarên di êrîşa 5’ê Tîrmehê de hatin revandin, hatin berdan.

Serokê Yekîtiya Xiristiyanên Nîjeryayê (CAN) ya Kaduna John Hayab bi daxuyaniyekê ragihand ku 32 ji xwendekarên 5’ê Tîrmehê ji dibistana Amedeyî ya Baptist Bethel a li bajarê Damishi ya eyaleta Kaduna hatin revandin, hatin berdan.

Hayabê ku derbarê çawaniya rizgarkirina xwendekaran de agahî neda, got,

Xwendekar radestî malbatên wan hatin kirin.

Hayab diyar kir ku hîn 31 xwendekar di destê çekdaran de ne.

Çekdaran di êrîşa li dijî dibistana Amedeyî ya Baptîst a Bethel li bajarê Damishi yê eyaleta Kaduna di 5ê Tîrmehê de bi dehan xwendekar revandin.

Piştî êrîşê, 60 xwendekar hatin rizgarkirin.

Li Nîjeryayê, ji ber ku çekdar di êrişên xwe de motorsîkletan bikar têne, li hin eyaletan bikaranîna motorsîkletê hatiye qedexekirin.

Li Nîjeryayê, ji ber armanckirina dibistanan, li hin eyaletan perwerde hatiye rawestandin.

Back to top button