QSD’ê qefleke bombe û mûşekên DAIŞ’ê teqandin

Hêzên Sûriya Demokratîk – QSD’ê digel Hevpeymaniya Navdewletî qefleke bombe û mûşekên DAIŞ’ê teqandin.

QSD’ê li ser rûpela xwe ya Twîtterê qefleke bombe û mûşekên DAIŞ’ê, yên ku ji aliyê RMCO’yê di pêngava paqijkirinê de hatibûn berhevkirin, bi hin wêneyan bi par ve kirin.

QSD’ê diyar kir ku di nava van bermahiyan de madeyên kîmyewî hene û DAIŞ’ê di êrîşên li ser Kobanê de mîna wan bi kar anîbûn.

QSD’ê ev bermahiyên navbirî li herêma vala ya gundewarê bajarê Hesekê ya başûrî teqandin.

Da ku niştecihên bajêr, digel metirsiya van madeyan rû bi rû neyên.

Back to top button