HPG: Gerîlla li Metîna û Avaşîn rê nedan hêzên dagirker

Gerîllayên HPG’ê û YJA-STAR’ê li herêma Metînayê li hêzên artêşa Tirk dan..

Artêşa ku ji ber berxwedana gerîlla nikare encamên plan dike bidest bixe, di êrişên xwe de çek û gazên kîmyewî bikar tîne..

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî êrişên artêşa Tirk û çalakiyên gerîlla agahiyên nû bi raya giştî parve kirin.

Li gorî daxuyaniyê,

Li herêma Metînayê 27’ê Tebaxê hêzên gerîlla li dijî leşkerên artêşa Tirk ên li Girê Şehîd Çiya bicih bûne çalakî pêk anîn..

Di encamê de herî kêm leşkerek hate kuştin..

Li herêma Avaşîn jî rojên 26 û 27’ê Tebaxê artêşa dagirker bi top û çekên giran xwestin ber bi Girê Sor ve pêşde biçin..

Lê di encama berxwedana gerîlla hewldan biser neket û leşkerên Tirk neçar man paşde biçin.

Dîsa 27’ê Tebaxê artêşa Tirk bi teqemenî û gazên jehrê herêma berxwedanê ya Werxelê bombardiman kir.

Navenda Ragihandinê diyar kir ku di navbera 24 û 27’ê Tebaxê artêşa Tirk ji qereqolên sînor, devera Şikefta Birîndaran a girêdayî Zapê topbaran kirin..

Heman rojê Şikefta Birîndaran ji aliyê balafirên şer ve jî hate bombardimankirin..

Êvara 27’ê Tebaxê deverên Stûnê, Girê Şehîd Rizgar, Werxelê û Girê Şehîd Elî yên girêdayî Zapê ji aliyê helîkopterên şer ve hatin bombardimankirin..

Li herêma Metînayê jî deverên Deşîşe, Derarê, Kêste, Seraru, Girê Kordîne, Kela Qumriyê û Girê Azad bûn armanca êrişa helîkopteran..

Gundê Şiyê yê girêdayî navçeya Akrê jî piştî nîvro ji aliyê balafirên şer ve hat bombardimankirin..

Back to top button