22 sal in li Îmraliyê maf bi her awayî têne binpêkirin

22 sal in, ji daxwaza hevdîtinê bigrin, heta azadiya fikir, hemû mafên rewa têne binpêkirin..

Ji ber vê yekê siyaseta li Girava Îmraliyê serdest weke pergala taybet a korsanî hatiye binavkirin..

Bi taybet demên dawî asta van kirinên taybet hatiye bilindkirin û rê nayên dayîn ku Rêber Apo û girtiyên din mafê xwe a agahîwergirtinê bikarbînin..

15’ê Sibata sala 1999’an, di encama hevkariya hêzên cîhanî û herêmî de, Rêber Apo bi komployekê hate dîlgirtin..

Û ji wê rojê ve pergaleke taybet li Girava Îmraliyê tê birêvebirin..

Tevî ku mafeke rewa û qanûnî ye jî hevdîtinên li gel parêzer û malbatê têne astengkirin.

Ji roja dîl hatiye girtin, hem parêzer û hem jî malbatê hezar û 819 caran daxwaza hevdîtinê kirine..

Di nava 22 salên derbasbûyî de tenê 442 serlêdan hatin qebûlkirin..

Û ev helwesta taybet ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve weke biryareke rêjîma Tirk dewam dike..

Piştî vê bi 8 salan ji bo çend caran destûr hate dayîn ku Rêber Apo li gel parêzerên xwe bicive..

Ev jî weke encama berxwedana bi hezaran girtiyên ji doza PKK û PJAK’ê her wiha têkoşîna gelê Kurd hate kirin..

Û di roja me a îro de jî li zindan, wargeha Mexmûr û Kampa Lavrîo a Yunanistanê çalakiyên gireva birçîbûnê dewam dikin..

Salê dawî tevî Rêber Apo, girtiyên siyasî yên li Îmraliyê Hamîlî Yildirim, Omer Xeyrî Konar û Weysî Aktaş jî para xwe ji pergala êşkence û tecrîdê girtin..

Hevdîtin, mafê bikaranîna pêwendiya telefonî li gel malbatê, name, faks û her cûreyê pêwendiyên bi cîhana derve re hatin qedexekirin..

Her çendî rêjîma Tirk hewl dide pergala li Îmraliyê weke rewşeke asayî nîşan bide jî lê nekariya bi ser rastiyan bigre..

Lewma saziya yekser ji rewşa binpêkirina berpirsiyar CPT di rapora xwe a sala 2020’an de siyaseta li Îmraliyê weke tecrîda girankirî pênase kir..

Back to top button