Meclisa Malbatên Şehîdan a Tirbespiyê îro 18 şehîdên ku di meha Tebaxê de li dem û cihên cuda şehîd bûne, bi bîr anîn.
Malbatên şehîdan û nûnerên meclisên leşkerî û sivîl tev li merasîmê bûn:
Di merasîmê de endama Rêveberiya Meclisa Navçeya Tirbespiyê Medye Xelîl axivî û got:
“Bi saya şehîdan rêveberiyeke demokratîk li herêmê ava bû û DAIŞ tune bû”.
Medya dazanîn ku dewleta Tirk a dagirker ji bo têk birina projeya demokratîk û biratiya gelan, herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Başûrê Kurdistanê û Şengalê topbaran dike.
Medya bang li gelê herêmê kir ku li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker bibin yek.
Piştre sînevîzyonek li ser bîranîna şehîdên meha Tebaxê hat pêşandan.
Di dawiyê de wesîqeyûn şehadetê yên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.