Şewata li Dêrsimê 12 roj in didome û li deverên din jî belav dibe

Dewleta Tirk a faşîst û qirker tevî hemû cure êrişên xwe daristanên Kurdistanê jî dişewitîne. Eskerên Tirk li Dersim û Bestayê agir bi daristanan xistine. Tevî ku bi rojane daristan dişewitin, dewleta Tirk dest wernade şewatê û her wiha nahêle kes jî vemirîne.

Artêşa Tirk a dagirker hema bêje her roj daristanên Kurdistanê bombardûman dike.

Ji ber bombeyên dronên artêşa Tirk, li navçeya Xozatê ya Dersimê 12 roj in ku agir bi daristanê ketiye.

17’ê Tebaxê di tevgera dagirkeriyê ya artêşa Tirk li herêmê de, agir bi daristana li goma Koçerî, gundên Kûrûkaymak û Danzî yên girêdayî navçeya Xozat a Dersimê ket, û xwe gihand gundên navçeya Pulurê.

Gundiyên li herêmê jî anîn ziman ku balafira Bêmirov a Biçek (SÎHA) 3 caran herêm bombebaran kiriye û ji ber wê agir bi daristanê ketiye.

Şewata li herêmê ya 12 roj in didome nayê vemirandin.

Esker û rayedarên Tirk ên li herêmê gefan li xelkê dixwin û nahêlin xelk agir vemirînin.

Şaredarê Dersimê Fatîh Mehmet Maçoglû û komeke rojnamevan çûn gundê Karper ê agir xwe gihandiyê û got, dewlet agir venamirîne.

Agirê bi daristana Bestayê ketiye 4 roj in nayê vemirandin

Di encama bombebarana li gundê Mêhrîna yê herêma Bestayê agir bi daristanê ket.

Şewata li daristana Mêhrînê 4 roj in didome.

Eskerên artêşa Tirk ên herêm dagir kirine, bi bahaneya herêm ewle nîne û devera tevgera eskerî ye, nahêle xelkê herêmê agir vemirîne.

Back to top button