Bahoza Ida li Kuba bûye sedema baranek zêde

Li parzemîna Amerîkaya Başûr bahoza Ida bandora xwe da hîskirin. Bahoza bi di saetê de bi leza 130 kîlometre pêş dikeve bû sedema baraneke dijwar.

Li gorî nûçeya di çapemeniya herêmê de, bahoza ku derket asta kategoriya yekem, li eyaletên Artemisa û Pinar del Rio jî di nav de bi taybetî li paytext Havanayê dandora xwe diyar dike.

Rayedaran diyar kirin ku ji ber baran û bayê zêde li gelek herêman xizmetên enerjiyê qut bûne û ragihandin ku li peravên başûr lehî rabûye.

Tîmên li herêmên bi rîsk dest bi veguhestinê kirine.

Tîmê dazanîn ku heta niha ti windahiyekî canî pêk ne hatiye.

Serok Miguel Diaz-Canel jî teqez kir ku ew bi ceribandinek cidî re rû bi rû ne û hişyarî da gel ku bi şêwazekî baldar tevbigerin.

Navenda Niştimanî ya Bahozê, duh daxuyaniyek da û diyar kir ku “Bahoza Ida” tê payîn li Kubayê dibe sedema lehî û şemitîna axê.

Di vê navberê de li herêmên rojavayê DYA jî ji ber metirsiya Bahoza Ida rewşa awerte hate ragihdndin.

Back to top button