Iraq..Li dijî baregeheke DYA ya li Besra êrişek bi roketan pêk hat

Di demeke li Iraq civîna Hevgirtin û Hevkariyê tê lidarxistin de, li dijî baregehek leşkerên DYA êriş pêk hat.
Li wîlayeta Basra baregeheke DYA bû armanca êrişan.

Li gorî nûçeya çapemeniya Iraqê, duh bi şev ji nava xaka Iraqê bi sê muşekên katûşa êrişê ser baregeha leşkerî ya Amerîka ya li ser sinorê Iraq û Kuwêtê hat kirin.

Hat gotin du muşek li derdora baregehê ketine, muşekek jî li nava xaka Kuwêtê de ketiye.

Hat diyarkirin di encama êrişê de ti ziyanên canî çênebûne.

Têkildarî ziyanên êrişê ti agahî nehatin dayîn.

Her wiha heta niha ti hêz yan jî komekê ev êriş li xwe negirtiye.

Back to top button