Di êrişên Îsraîlê dijî xwepêşandanên Filistînî de zarokek mir û nêzî 100 kes birîndar bûn

Li herêma Şerîaya Rojava ya Filistînê di xwepêşandanên ji bo şermezarkirin niştecihên Yahudî de pevçûn derketin.
Di encamê de zarokekî jiyana xwe ji dest da û nêzî 100 kes birîndar bûn.

Filistîniyan piştî nimêja înê xwepêşandanek li dijî wargehên Cihûyan yên li navçeya Beita ya li bakurê bajarokê Nabluspêk anî.

Di xwepêşandana nêzî 2 hezar Filistînî beşdar bûyîn de, hêzên Îsraîlê êriş kirin.

Heyva Sor a Filistînê bi daxuyaniyekê ragihand ku di encama destwerdana hêzên Îsraîl ê de, 94 Filistînî birîndar bûn.

17 kes bi fîşekên plastîk birîndar bûne.

Ji birîndaran zarokekî jiyana xwe ji dest da.

Ji ber avakirinên derqanûnî yên li herêmê ku ji aliyê Îsraîliyan ve pêk tê, ji meha Gulanê ve xwepêşandan li herêmê pêk tên.

Biden: Em ê hertim piştevaniya Îsraîlê bikin

Serokê DYA Joe Biden beriya civîna bi Serokwezîrê Îsraîl Neftalin Bennett re careke din teqezî li ser piştevaniya xwe ya bi Tel Evîvê re kir.

Biden got,

Em ê hertim li kêleka Îsraîlê bin.

Ji bo navebra Îsraîl û Filistînê de aşîtî pêk were, em ê li ser rêyên berfirehkirina wê nîqaş bikin.

Back to top button