Hêzên PDK’ê li herêma Çarçel ji bo êrişên dewleta Tirk rêyeke nû çê dike

Hêzên PDK’ê li herêma Çarçel ya Metînayê ji bo artêşa Trik bi hêsanî bikeve herêmên di bin destê Gerîla de dest bi çêkirina rêyeke nû kir.

Li gorî ji dîmenan xuya dike ku ji bo çêkirina rêyeke nû bi dehan wesayîtên rê çêkirinê li herêma Çarçel ya Metînayê dest bi kar kirin e.

Di encama çêkirina rê li çiyayê Metînayê de zirereke mezin digihije jîngeha herêmê.

Berê jî çend caran PDK li heman herêmê kete nava hewldana êrîşkirina ser gerîla.

PKK û HPG’ê jî bang li PDK’ê kiribû ku dest ji provakasyonan û rê xweşkirina ji dagirkeriya Tirk re berde.

Hêjayî bibîrxistinê ye li herêmên cûda yên Metînayê şereke dijwar di navbera gerîlayên HPG’ê û leşkerên dagirker yên Tirk de berdewam dike.

Back to top button