Hêzên QSD’ê li Dêra Zorê 18 çete girtin

Ji bo ewlehî û aramiya herêmê operasyonên hêzên QSD’ê yên li dijî şaneyên veşartî yên çeteyan bê navber dewam dikin. Di vê çarçoveyê de Hêzên QSD’ê 18 çeteyên şaneyên DAIŞ’ê li herêma Ebû Xeşeb a li rojavayê Dêra Zorê girtin.

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê navber li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê ku hewldidin ewlehî û aramiyê civakê têk bibin operasyonên xwe didomîne.

Koalîsyona Navnetewî jî di van operasyonan de piştigiriyê dike.

Di vê çarçoveyê de hêzên QSD’ê li herêma Ebû Xeşeb a li rojavayê Dêra Zorê operasyonek pêk anî.

Hat ragihandin di encama van opeasyonan de 18 çete hatin girtin.

QSD’ê diyar kir ku têkiliyên van çeteyan bi teqîn û bûyerên kuştinê yên li herêmê hene.

Her wiha QSD’ê da zanîn ku bi çeteyan re gelek cebilxane û belgeyên ku têkiliya çeteyan bi istxbaratên Tirk re teqez dike desteser kirin.

Back to top button