HIKÛMETA LÎBÎ EWROPA JI DANÛSTANDINÊN BI HEFTER RE HIŞYAR DIKE

Herdu hefteyên dawî, şerekî dijwar di nava hikumeta Lîbî û hêzên Xelîfa Hefter de rû dide. Hikumeta Lîbayayê, Ewropa ji danûstanên bi Hefter re hişyar dike.

Cîgirê serokwezîrê Lîbyayê Ehmed Miêtîq metirsiya şerê navbera wan û artêşa Xelîfa Hefter anî ziman û got:

Hefter ji Ewropa û cîhanê re dide xuyakirin ku ew şerê terorê dike.

Lê belê ew ê şerekî navxweyî ku heta 30 salî dirêj bike, çêbike.

Ew ê bihêle çeteyên DAIŞ’ê heta 30 salî kontrol bike.

Ew ê bihêle welêt 30 salî di nava şer de vegevize.

Mi-êtîq hişyarî da Ewropa ku ew ti danûstandinan bi hêzên Hefter re nekin.

Li gorî çapemeniya Îtalî, îro danûstandinin der barê aloziya Lîbayayê de li Romayê li dar dikevin.

Tê payîn ku li gel Mi-êtîq, wê hevkarê wî yê Îtalî û wezîrê karê derve yê Qeterê jî amade bibin.

Li aliyekî din, îro erebeyek bombebarkirî li devera Sîdî Xelîfa li rojhilatê Benxazî ya di bin kontrola Hefter de hat teqandin.

Di encamê de, Merfû’a û hinek kesên pê re birîndar bûn.

Li gorî agahiyan, di teqînê de fermandarê ajansa dijî teror Eqîd Adil Merfû’a hatibû hedefkirin.

Leave a Reply

Back to top button