Çalakiya greva birçîbûnê bi biryardariyeke xurt dewam dike

Çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîdê û ji bo azadiya rêber Apo li zîndanên Tirkiyê bi biryardariyeke xurt dewam dike. Serok-wekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş di hevdîtina jinan de axivî got: “Dê têkoşîna me ya li dijî tecrîd, qirkirina jinê, bişavtin û nîjad-perestiyê bidome”.

Berxwedana li zîndanên dewleta Tirk ya li dijî tecrîdê û ji bo azadiya rêber Abdullah Ocalan her wiha ji bo bi dawîkirina binpêkirinên li girtîgehan bi biryardariyeke xurt didome.

Çalakiya girtiyan bi koma 50’emîn, di roja 274’emîn de ye.

Çalakiya piştgiriyê ya li Wargeha Penaberan a Mexmûrê 254 û ya li kampa Lavrîo ya Yewnanistanê jî 237 roj li pey xwe hiştin.

Meral Daniş Beştaş: Em ê têkoşîna xwe ya li dijî tecrîdê bilind bikin

Meclisa Jinan a HDP’ê bi dirûşmeya “Jin li dijî şer, talankirinê, tecrd û nîjadperestiyê aştiyê diparêzin” li navçeya Sûr a Amedê li Tac Mahal Cafeyê hevdîtineke jinan li dar xist.

Aktivîstên TJA’ê, Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş, Dayikên Aştiyê, Jina Ciwan a HDP’ê û Komeleya Jinê ya Rosayê tevli hevdîtinê bûn.

Di hevdîtinê de Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş axivî û got:

Em tenê ji bo jinên kurd têkoşînê nadin, em ji bo hemû jinan têdikoşin.

Zext, bişavtin, înkarkirin û asîmlasiyon her roj zêde dibe.

Heya aştî neyê û tecrîd ranebe, dê pirsgirêk çareser nebin.

Meral destnîşan kir ku Rêber APO hemû gelan temsîl dike û wiha anî ziman:

Dê bi çareserkirina pirsgirêka kurdî re aştî bê, lewra divê em têkoşîna xwe ya li dijî tecrîdê mezin bikin.

Piştra koma muzîkê ya Komeleya Çandê ya Dîcle Firatê stranên xwe pêşkêşkirin.

Back to top button