Xameneyî: DYA berpirsê rewşa li Kabulê ye

Lîderê Dînî yê Îranê Ayetulah Elî Xameneyî diyar kir ku berpirsê aloziyên li Efxanistanê DYA’ê ye.

Îro endamên hikumeta serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî pêşkêşî Lîderê Dînî yê welat Xameneyî hate kirin.

Xameneyî da zanîn ku baweriya gelê Îranê bi hikumeta borî pir lawaz bû û ji hikmeta nû daxwaz kir ku vê rewşê sererast bike.

Xameneyî di axaftina xwe de behsa rewşa li Efxanistanê kir û Amerîka weke berpirsa aloziyên li Kabulê destnîşan kir.

Lîderê Olî yê Îranê daxuyakirin ku Amerîka tu gav ji bo pêşxistina Efxanistanê neavêtiye,tenê dagirkerî, kuştina sivîlan, girtin û çêkirina madeyên hişbirê bi xwe re anî.

Elî Xameneyî teqez kir ku ew piştgirî didin gelê Efxanistanê, ji ber têkiliyên wan bi hikûmetan re li ser esasê têkiliyan wan bi gelê wê re hatibû avakirin.

Back to top button