Çeteyan li gundekî navçeya mabata bi ser 15 malan de girtin û diziyê wan kir

Li Efrînê hovîtiya dagirkeriya Tirk û çeteyên wê bênavber dewam dike.
Li gundê Gemrûkê yê bi ser Navçeya Mabata, çeteyan bi ser 15 malan de girtin:
Çeteyan dest danîn ser tiştên di nava malan de.

Efrîna dagirkirî, rojane sûc û hovîtiya çeteyên dewleta Tirk dewam dike.

Malpera Efrîn Post ragihand ku çeteyên Lîwaa Siqûr El-Şemal di 25’ê tebaxê de, li Gundê Gemrûkê yê bi ser Navçeya Mabata, bi ser 15 malan de giritn û piştî ku bi ser wan de girtin dest danîn li ser tiştên nava malan de.

Navên hin kesên ku malên wan hatine desteser kirin û dizîn ev in:

-Şêx Elî Reşwanî, meleyê mizgefta gund.

-Idrîs Hemdoş.

-Mihemed Reşîd Hemdoş.

Li gorî agahiyên ku malperê parve kirine, çete cotkarên herêmê neçar dikin ku di zeviyên ku desteser kirine de kar bikin.

Her wiha çete ciwanan neçar dikin ku cihên şûnwarên dîrokî bikolin û li şûnwaran bigerin.

Di heftya borî de, 3 kes hatin kuştin, 21 kes hatin revandin

Tora çalakvênê Efrînê jî bilançya hefteya borî ya sûc û binpêkirnên dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrînê belav kir.

Li gorî wê di hefteya borî de:

3 welatî hatin kuştin.

21 kes ji wan 5 jin û 2 zarok hatin revandin.

Êşkence li jineke temen mezin hate kirin.

Zêdetirî 10 ton ji dar ji 3 cihên cuda, û 2000 dar li cihekî din hatin birîn.

Back to top button