Xelkê Reqa û Tebqayê xwestin xweserî were naskirin

Xelkê Bakur û Rojhilatê Sûrî dixwaze statuya wan were naskirin. Şêniyên bajarê Reqa û Tebqayê meşiyan û xwestin Rêveberiya Xweser were naskirin.

Îro li bajarê Reqayê bi dirûşmeya “Rêveberiya Xweser Nûnera Me Ye” xelkê bajêr û Tebqayiyan bi hev re meşek li dar xistin.

Di meşê de endamên saziyên sivîl û leşkerî cih girtin.

Girse heta ber avahiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî meşiya û li wir mîtîngek pêk anî.

Sekretera giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Sîham Dawûd di mîtîngê de li ser navê partiya xwe daxuyaniyek xwend û got, sedema bingehîn a aloziya Sûrî hişmendiya zordest a hikûmeta Şamê ye.

Sîham Dawûd bang li civaka Navneteweyî û aliyên têkildar ên aloziya Sûrî kir û ji wan xwest Rêveberiya Xweser nas bikin.

Back to top button