Li Ewropa kongreya yekemîn a Konreya Star-Ewropa tê lidarxistin

Îro li Ewropa di bin slogana ” Şoreşa jinê misogeriya jiyana azad e” kongreya yekemîn a Konreya Star-Ewropa tê li dar xistin.

Bi tevlîbûna bi sedan jinên kurd û enternasyonal ji rêxistinan jinan li Ewropayê kongre bi desqeyeke rêzgirtinê hate destpêkirin.

Gelek mesajên pîrozpahiyê ku ji aliyê rêxistinên jinan ve hatibûn şandin hatin xwendin.

Di Kongreyê endama Koordînasyona Meclisa Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Asya Abdullah û endama TJK-E Zeyneb Dêrsim axivîn.

Pîştre rapora siyasî û ya rêxistinî hatin xwendin û niraxandin.

Tê payîn di dawiyê de Plansaziya Kongreyê bê danîn û endamên meclisa kongreyê bên hilbijartin.

Back to top button