Aynûr Dogan ji ber parastina mûzîka Kurdî hêjayî xelatê hate dîtin

Fûara Muzîkê ya Cîhanî Womex xelata hunermendê 2021’an da hunermend Aynûr Dogan.

Womex ragihand ku ji bo hewildanên Aynor Dogan ên ji bo parastina çanda Kurd û Elewî her wiha ji bo hunermandan bûye mînakek xurt hêjayî xelatê hatiye dîtin.

Hunermend Aynûr Dogan li ser hesabê xwe yê Twitterê bi van gotinan xelatgirtina xwe ragihand;

“Yek ji gavên herî girîng ên rêwîtiya min a muzîkê di sala 2006’an de dîsa bi Womex re dest pê kir.

Womex, mezintirîn pêşangeha navneteweyî ya muzîkê ku dilê muzîka cîhanî lêdixe,ji bo ku ez hêjayî vê xelatê hatime dîtin pir keyfxweşim.

Min xwest ku ez bextewariya xwe bi we re parve bikim.”

Back to top button