
Êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomin.
Dagirkeran îro gundewarên Minbic û rojavayê Girê Spî topbaran kirin, di encamê de zarokek birîndar bû.
Li gorî nûçeya ANHA’yê ji ber êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser gundên Ereb Hesen ê bakurê rojavayê Minbicê zarokeke 10 salî birîndar bû.
Zarokê birîndar veguhestin nexweşxaneyên Minbicê.
Li gorî xebatkarên tenduristiyê rewşa zarok aram e.
Dagirkeriya Tirk gundên Silîb û Mebûce bi dijwarî topbaran kirin
Artêşa Tirk û çeteyên xwe gundên Silîb û Mebûce yên Girê Spî topbaran kirin.
Her wiha Artêşa dagirker serê vê sibê jî dîsa gundê Tewîla ,Ûm El-xêr yê Til Temirê topbaran kir.
Artêşa Tirk gundên Til Temir, Şehba û Şerayê topbaran kirin
Doh êvarî jî artêşa Tirk a dagirker gundê Hirbil ê Şehbayê bi giranî topbaran kir.
Hemwextî ku êrişên li ser Şehbayê artêşa dagirker gundên Kefer Antun, İrşadiyê, Alqemiyê û Meranazê yên navçeya Şera a Efrîna dagikirî topbaran dikirin.
Hêjayê bi bîrxistinê ku roja pêncşemê jî di topbarana artêşa dagirker ya li ser navçeya Şêrewa de zarokekî 3 salî yê ji gundê Birc Qas-ê birîndar bû.