Li Dirbêsiyê zarokê bi navê Ebdulrehman Dawî li jiyan xwe anî

Li gundê Xasê yê navçeya Dirbêsiyê zarokekî 14 salî dawî li jiyana xwe anî.
Li Hesekê jî kesê bi navê Ebdulqadir Mehmûd li Xiwêran kuştî hat dîtin.

Li gundê Xasê yê navçeya Dirbêsiyê zarokê bi navê Ebdurehman Selman Hecî Ehmed xwe bi dar vekir û dawî li jiyana xwe anî.

Cenaze bo navenda tenduristiyê ya li navçeyê hate rakirin, da ku ji aliyê bijîşkan ve were lêkolînkirin.

Heta niha sedema ku zarok dawî li jiyana xwe aniye nayê zanîn.

Derbaraê mijarê de, Hêzên Ewlekariyê li ser bûyerê lêpirsîn da destpêkirin.

Kesê bi navê Ebdulqadir Mehmûd kuştî hat dîtin

Her wiha beriya 2 rojan kesê bi navê Ebdulqadir Mehmûd ku bi bavê Ciwan tê naskirin, li taxa Salihiyê ya Bajarê Hesekê ji aliyê kesên nenas ve hate revandin.

Bipştî 2 rojan, îro cenaze angot termê Ebdulqadir kuştî li taxa Xwêran hate dîtin.

Back to top button