Civîna Bexdayê bi daxuyaniyekê bi dawî bû

Li paytexta Iraq Bexdayê, civîna welatên cîran îro pêk hat.
Piştî civîn bi dawî bû, Fûad Hisên daxuyanî xwend û tê de hate diyarkirin ku divê hewldanên ji bo aramiya herêmê werin zêdekirin û hikumet ji bo bihêzkirina saziyên dewletê xebata xwe zêde bike.

Piştî civîn bi dawî bû, Wezîrê Derve yê Iraqê Fûad Hisên daxuyanî xwend û got:

Pêwîste hewldanên herêmî û nav-neteweyî ji bo aramiya herêmê werin zêdekirin.

Di heman demê de pêşengiya Iraqê ya ji bo gihîştina zemînek hevbeş a li ser asta herêmî û naventewyî gelek bi nirxe.

Lidarxistina civîna Bexda belgeyeke ku Iraq li ser siyasetek hevbeş û hevkarîkirina erênî ya di warê peywendiyên derve re girêdaye.

Beşdarên civînê, li ser vê yekê bi israrbûn ku hikumeta Iraqê bi armanca bihêzkirina saziyên dewletê û lidarxistina hilbijartinek ku nûnertiya xwesteka gel bike hewldanên xwe zêdetir bike.

Her wiha li ser avakirina Iraqê û têkoşîna bi terorê re jî beşdarên civînê piştgiriya xwe ya ji bo hikumeta Iraqê dubare kir.

Hat diyar kirin ku ji bo rewşa avhewayê hemû alî ji bo alîkariyê li hev kirin. Wê bi hev re li hemberî guhertinên avhewayê û pileya germê têkoşînê bikin.

Back to top button