Fransa wê daxwaz bike balafirxaneya Kabûl bibe herêmeke ewle

Serokê Firansa Emmanuel Macron ragihand ew û Birîtaniya wê ji Konseya Ewlekariyê bixwazin kuBalfirgeha Kabûlê wekî cihekî ewle were ragihand.

Macron ji Rojnameya Fransî “Lojornal Du Dimanch” re ragihand “Ewlehiya balafirgeha Kabûlê ji bo xebatên mirovî û rewşên awarte pir girîng e.”

Macron, da zanîn ku xebata bi vî rengî wê ji Neteweyên Yekbûyî re zemîna xebatên awarte ku li Efxanistanê tê meşandin, hêsan bike û wê zextê li Tevgera Talîbanê bike.

Tê payîn sibe 5 endamên dayîmî yên Konseya Ewlekariyê Fransa, Birîtaniya, Amerîka, Rûsiya û Çîn ji bo rewşa Efxanistan bicivin.

Fransa xebatên derxistina leşker û alîgirên xwe ji Efxanistanê di 17’ê Tebaxê de bi dawî kir, 142 leşkerên xwe di nav de 2 hezar û 384 kes ji Efxanistanê, derxistin.

Back to top button