KOMAW li bajarê Dortmûnd ê Elmanyayê kongreya xwe ya 6’emîn li dar xist

Komeleya Malbatên Winda û Şehîdan a Kurdistanê (KOMAW) li bajarê Dortmûnd ê Elmanyayê kongreya xwe ya 6’emîn li dar xist.

Kongre bi beşdariya 200 delege û malbatên şehîdan li Komeleya Elewiyan a Kurdistanê pêk hat.

Di kongreyê de Bavê Hisên ku dema beriya niha wezîfeya hevserokatiya KOMAW’ê kiribû û par ji ber Covîd-19 jiyana xwe ji dest dabû hate bibîranîn

Di kongreyê de peyamên Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E), Yekîtiya Elewiyan a Kurdistanê, Federasyona Êzidiyan, Tevgera Îslamî ya Kurdistanê, Heyva Sor a Kurdistanê hatin xwendin.

Kongre bi hilbijartina rêveberiya dema nû û diyarkirina bernameya kar bi dawî bû.

Back to top button