Parlamenterên Iraqî ji Macron xwest zextê li rayedarên hikumeta Başûr bike

Partî Demokratî Kurdistanî (PDK), Kurdan digire, direvîne û dîl digire. Heya niha girtiyên Behdînanê bernedane û dosyaya wan paşguh kiriye. Nûnerê Rêveberiya Xweser Cîhad Hesen, her sê endamên RJAK’ê û her sê gerîlayên dîlgirtî jî, hîna li gel PDK’ê girtî ne û ti agahî der barê çarenûsa wan de nayê zanîn.

Partî Demokratî Kurdistan-PDK bi fermana Tirkiyê, Kurdan digire û diavêje binê zindanan.

PDK’ê bi taybetî Kurdên herêma Behdînanê digire û dixe zindanan.

4 parlamenterên Iraqê têkildarî girtiyên Bedhînan nameyek vekirî pêşkêşî Serokê Fransa Emmanuel Macron kir û jê xwest ku zextê li rayedarên hikumeta Başûr bike.

Jixwe Emmanuel Macron ne duh pêr gihaştibû Hewlêrê.

Parlamenteran ji Macron xwest ku mijara mafên mirovan û azadiyê di serdanê de guftûgo bike û digel rayedarên herêmê dosyaya girtiyên Behdînanê veke, da ku bên berdan.

Berî niha parêzer Beşdar Hesen gotibû PDK tevaya girtiyên Behdînanê êşkence dike li dij wan fişara derûnî dimeşîne.

81 roj in Cîhad Hesen ji aliyê PDK’ê ve revandî ye

Li aliyekî din, nûnerê Rêveberiya Xweser li Başûrê Kurdistanê Cîhad Hesen, ê ku ji 10 Hezîranê ve ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin, li gor Nûnertiya Rêveberiya Xweser a li Başûr, rewşa wî pir xirab e çarenûsa wî heya niha nediyar e.

Digel Cîhad Hesen, 2 endamên PYD’ê jî Mistefa Xelîl Osman û Mistefa Ezîz Mistê girtî bûn, piştî 50 rojî hatin berdan, lê Cîhad Hesen hê jî girtî ye.

Heya niha PDK’ê sedema revandina nûnerê R.X Cîhad Hesen diyar nekiriye.

Ji 5’ê Tebaxê ve ti agahî ji wan endaman nayê girtin

5’ê Tebaxê jî, 3 endamên RJAK’ê, dema ku ji merasîma bibîranîna qurbanên fermana 74’an vegigeriyan, li benda kontrolê ya Kelekê ya Hewlêrê ji aliyê asayîşa PDK’ê ve hatin girtin.

Ji hingê ve, heya niha ti agahî der barê çarenûsa wan de nayê zanîn.

Ji 26’ê Tîrmehê ve ti agahî li ser dîlgirtiyan nayê girtin

Jixwe berî girtina endamên RJAK’ê bi çend rojan, anku 26’ê Têrmehê, 3 gerîlayên HPG’ê li gundê Bêxmeyê yê navçeya Xelîfanê ya Başûrê Kurdistanê hatin dîlgirtin.

Tevî bangên HPG’ê, her wiha bangên malbatên gerîlayên dîlgirtî jî, ji wê çaxê û heya niha ve ti agahî ji wan nayê girtin.

PDK’ê berevejî sozên xwe, veguheriye amûreka bicihanîna plan û fermanên Tirkiyeya dagirker û bi her awayî hewl dide Kurdan bêdeng bike û biçewisîne.

Back to top button