Dewleta Tirk a dagirker ji 23’ê Nîsanê ve li Herêmên Parastinê yên Medyayê êrişên qirkirinê dimeşîne û pê re jî xwezaya Kurdistanê wêran dike.
Ji roja destpêkê ve êriş li dijî dar, daristan û hemû zindiyan tên kirin.
Artêşa Tirk, ji destpêka êrişan ve bi obus û hawanan agir berdan daristanên herî bedew ên Zagrosan, ku hetaa niha şewata li vê herêmê dewam e.
Artêşa Tirk a dagirker beriya çend mehan darên li Avaşînê birîn û dema dawî dînamîtan jî bi kar tîne.
Dîmenê ku gerîlayên HPG’ê li qada Dola Mara ya Avaşînê kişandine, nîşan dide ku li Avaşînê dar tên birîn, şewitandin û bi dînamîtan koka daran tên teqandin.