Hunermend û pêşkêşvanê Roj TV û Stêrk TV Şêrko Celal koça dawî kir

Rojnamevan û pêşkêşvanê televizyona Stêrk TV Şêrko Celal ev demek bû li Fransayê ji ber nexweşiya Korona dihate dermankirin..

Şêrko Celal doh jiyana xwe ji dest da..

Weke Ronahî Tv, di serî de malbata wî, em ji Stêrk Tv û hezkiriyên Şêrko Celal re sersaxiyê dixwazin..

Şêrko Celal sala 1956’an li bajarê Koyê yê Başûrê Kurdistanê ji dayîk bû.

Piştî xwendina dibistana seretatê, berê xwe did bajarê Hewlêrê û li wir bicih dibe..

Û ji wir ji bo xwendina beşa hûnerên ciwan berê xwe dide Zanîngeha Bexdayê.

Sala 1974’an tevî birayê xwe yê şêwekar Rehbar Celal diçin çiyayê Kurdistanê û dibine pêşmerge.

Şêrko Celal li çiya bi hûnera wêneyan xizmeta şoreşê dike..

Lê ji ber ku wan sala şoreş têk diçe ew jî neçar dimîne ku careke din vegere Başûr..

Şêrko Celal sala 1982’an ji ber rewşa siyasî berê xwe dide Fransa.

Sala 2002’an dibe pêşkêşvanê Roj TV..

Û li wir dest bi pêşkêşkirina bernamya Rojbaş Kurdistan dike.

Piştî demekê bû amadekar û pêşkêşvanê bernameya Tîşkî Huner.

Di encama ked û hewldanên Şêrko Celal de bi sedan hunermendên şêwekariyê yên Kurd hatin nasîn..

Sala 2012’an di kanala Stêrk tv de binavê Rêjney Reng li gel hunermendên şêwekar karê xwe berdewam kir.

Şêrko Celal di jiyana xwe de xizmeteke mezin da qada hunera Kurdî.

Herî dawî hunermend û pêşkêşvanê Stêrk Tv Şêrko Celal ji ver vîrûsa coronayê li nexweşxaneya bajarê Fransayê Lîlle di bin çavdêriyê de bû..

Û roja 27’ê Tebaxê jiyana xwe ji dest da..

Back to top button