Serokê Meclisa Gel a Asûrî Îlyas Enter dibêje “Êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser Til Temir û Zirgan bi giştî û gundên asûriyan bi taybet bi heman zihniyeta komkujiya sala 1915 û DAIŞ`ê pêk tên.” Ji bo heman mijarê Sekreterê Giştî yê Partiya Pêşxistin û Guhartin a Demokratîk Îbrahîm El-Xelîl jî got ” Hêzên garantor ji êrîşan berpirs in.”
Li ser gundên Til Temir û Zirganê, demek e êrişên Dewleta Tirk û çeteyên wê zêde bûne.
Di encamê de ziyanên canî çêbûne û ziyaneke mezin gihaştiye gundên asûriyan jî.
Tevî wê, jimarek welatî piştî malên wan wêran bûn, neçarî koçberiyê bûn.
Serokê Meclîsa Gel a Asûryan a Herêma Cizîrê Îlyas Enter Îlyas derbarê mijarê de ji ajansa Hawarê re axivî.
‘Gelê Asûrî wê bi pêkhateyên din li ber xwe bidin’
Îlyas, komkujiya sala 1915`an a bi destê Osmiyan pêkhatî û komkujiya gundên asûriyan a sala 2015`an bi bîr anî û got, êrişên niha bi heman zihniyetê pêk tên.
Îlyas, kirinên dewleta Tirk ên li herêmên dagirkirî jî bi bîr xistin û got, ” Kesên niha êrîşî herêmê dikin, ji çeteyên DAIŞ`ê ne cûda ne.”
Serokê Meclisa Gel a Asûrî Îlyas Enter Îlyas dawiya axaftina xwe; bang li tevî cîhanê kir ku li dijî van sûcan bêdeng nemînin û careke din zanî ziman ku gelê asûrî û pêkhateyên din wê parastina xwe bikin.
‘Hêzên navdewletî û Rûsiyaya garantor ji êrişan berpisyar in’
Girêdayî heman mijarê, Sekreterê Giştî yê Partiya Pêşxistin û Guhartin a Demokratîk Îbrahîm El-Xelîl jî got, “Di vê demê de ku cîhan bi rewşa Efxanistanê mijûl bûye, dewleta Tirk êrîşên xwe yên li dijî Şengal, Til Temir û Zirganê zêde kirine.”
Ibrahîm El-Xelîl, rola Rûsiya ya di herêmê de rexne kir û got “Qaşo ew garantor e, lê tişta em dibînin êrîş bi hevkariya wan û hêzên navdewletî pêk tên.”