Etiye Seîd dapîra 85 salî mîna ciwanekî melevaniyê dike

Etiye Seîd,

Ji 15 saliya xwe ve her li nava ava Firatê melevaniyê dike..

Û niha di 85 saliya xwe de hê jî mîna ciwanekî dikeve avê..

Etiye Seîd.

Ew li bajarê Sûrî Dêrazorê dijî..

Tevî ku dapîreke 85 salî ye, demên dawî bi hin dîmenên xwe ên li ser tevna civakî hatin belavkirin, navdar bû..

Sedema vê yekê jî heskirina wê ya ji melevaniyê re ye..

Di nava civateke xwedî taybetmeniyê paşverû, Etiya Seîd di temenê 15 saliya xwe de dest bi melevaniyê dike..

Ji ber heskirina wê ya ji melevaniyê re xwest zarok û neveniyên wê jî heman tiştî bikin..

Lewma mîna mamosteye spor dest bi perwerdekirina wan kir..

Ji jiyana xwe a melevaniyê de, dapîra Etiye karîbû bi sedan kesî ji metirsiya xeniqinî rizgar bike..

Her wiha bi qasî doktor an jî xebatkareke tendirûstiyê yê destwerdana lezgîn, karîbû mirovan ji mirinê xelas bike..

Ew di vî temenê xwe ê mezin de jî ji ciwanekî zêdetir dikar melevaniyê bike..

Wisa lê hatiye ku rojane carek an jî du car ava çemê Firatê derbas bike..

Ji rûiyê wê jî diyar bê çendîn dema melevaniyê dike kêfxweş dibe…

Back to top button