El Sîsî: Divê welatên cîran destwerdan û êrişên li ser Iraqê rawestînin

Li paytexta Iraq Bexdayê, civîna welatên cîran doh pêk hat.

Serokê Misirê di civîna Bexdayê de destwerdanên derve yê di kar û barên Iraqê de û êrişên nerewa yê li dijî xaka wê red kir. Her wiha banga welatên cîran ê Iraqê kir ku destwerdanên û êrişên liser Iraqê rawestînin.

Piştî civîn bi dawî bû, Fûad Hisên daxuyanî xwend, di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku divê hewldanên ji bo aramiya herêmê werin zêdekirin û hikumet ji bo bihêzkirina saziyên dewletê xebata xwe zêde bike.

Li paytexta Iraq Bexdayê, civîna welatên cîranên Iraqê bi amadebûna nûnerên Erebistana Siûdî, Kuwêt, Tirkiye, Urdun, Amerîka û Fransa, doh pêk hat.

Serokê Misirê Ebdulfetah El-Sîsî bê ku navê Tirkî bilêvbike balkişand li ser êrîşên dewleta Tirk ên li ser Iraqê û got:

“Misir hemû destwerdanên derve yê di kar û barên Iraqê de û êrişên nerewa yê li dijî xaka wê red dike. Her wiha bang li hêzên cuda dike ku rêzê ji serweriya vî welatê kevnar û xwestekên gelê wî re bigirin.

Divê hêza leşkerî yan jî madî neyên bikaranîn, deverên ewle an jî piştgiriya ji komên terorîst û tundaw neyên peydakirin û veguhestina wan dewletekê ber bi dewleteke din ve were rawestandin.”

Serokê Fransayê Emmanuel Macron jî diyar kir ku dê Fransa piştgiriya xwe ji bo Iraqê û têkoşîna hevpar a li dijî terorê, pêşxitina qadên aborî û binsaziyê berdewam bike.

Wezîrê Derve yê Erebistana Siûdî Feysel Bin Ferhan jî got, diyalog rêbazê qiralîteyê ye ku bi vî awayekî nêzî nakokiyên navneteweyî û herêmî dibe. Feysel Bin Ferhan dubre piştgiriya Erebistana Siûdî ya ji hikumeta Kazimî re piştrast kir ku aramiya Iraqê misoger bike.

Civîna Bexdayê bi daxuyaniyekê bi dawî bû

Piştî civîn bi dawî bû, Wezîrê Derve yê Iraqê Fûad Hisên bi daxuyaniyeke encam nameya civînê xwend û got:

Pêwîste hewldanên herêmî û nav-neteweyî ji bo aramiya herêmê werin zêdekirin.

Lidarxistina civîna Bexda belgeyeke ku Iraq li ser siyasetek hevbeş û hevkarîkirina erênî ya di warê peywendiyên derve re girêdaye.

Beşdarên civînê, li ser vê yekê bi israrin ku hikumeta Iraqê bi armanca bihêzkirina saziyên dewletê û lidarxistina hilbijartinek ku nûnertiya xwesteka gel bike hewldanên xwe zêdetir bike.

Back to top button