Kampa Holê bûye cihê kuştin û sûcên herî xirab.. Herî dawî li vê kampê penaberekî din hat birîndarkirin.
Penaberê birîndar, Omer cemîl Hemîd, Iraqî û 21 salî ye.
Omer ê li beşê 3’an ê kampê dima, şevê din se’et 10’ê êvarî bi 4 guleyan birîndar bû û birin nexweşxaneya Hesekê.
Berî çend rojan jî li heman kampê, penaberê Iraqî Etallah Enter El-Hayis li beşê yekê yê kampê kuştî hatibû dîtin.
Ev bûyer, her û her li kampê rû didin û ji bo rêgirtina li ber rûdana wan jî, hewldanên hêzên Ewlekariyê tim hene û zêdetir dibin.