Biden: Beriya 31’ê Tebaxê dibe ku êrişên nû li Efxanistanê pêk werin

Dewletên Yekûyî yên Amerîkayê plan dike ku 31’ê Tebaxê bi temamî dawî li hebûna xwe a li Efxanistanê bîne.

Serokê Amerîka Joe Biden hişyar kir ku beriya dîroka vekişînê metirsî heye êrişên nû li Efxanistanê pêk werin.

Li aliyê din Tevgera Talîbanê jî îdîa kir ku di encama lihevkirina wan û Waşîngtonê de, ew amade ne kontrola balafirgeha Kabulê bidest bixin..

Piştî 2 rojan, hebûna 20 salan a Amerîka li Efxanistanê bidawî dibe..

Û ji niha ve ne zore ku mirov bizanibe bê gelo, ev biryar wê encama çawa bixwe re bîne?

Lewma rewşa aloz a li welat, daxwaza revê ya bi deh hezaran kesî û xemsariya civaka navnetewî nîşan dide.

Êrişa 26’ê Tebaxê ya li balafirgeha Kabulê ku di encamê de bi dehan kes hatin kuştin, xeteriya rewşa li welat radixe ber çavan.

Û niha fikar hene ku êrişên bi heman rengî zêde bibin û li Efxanistanê pêvajoya şerekî navxweyî yê bi xwîn destpê bike.

Daxuyaniya dawî ya Serokê DYA Joe Biden jî van fikaran piştrast dike.

Joe Biden doh hişyar kir ku ihtîmaleke bihêz heye di nav 36 saetên li pêşiya me êrişên mezin werin lidarxistin.

Biden yê di encama biryara wî de Efxanistan kete nava aloziyê, li wê yekê mukir hat ku rewş kambax e.

Serokê Amerîka wekî din ragihand ku her çi kesê destê wî di êrişa balafirgeha Kabûlê de hebe, ew ê berdêlên giran bide.

Di vê navberê de Tevgera Talîbanê jî bi daxyaniyekê êrişa balafirên bê mirov a Amerîkyê şermezar kir.

Li aliyê din Koşka Spî eşkere kir wan heta niha derdora 115 hezar kes ji Efxanistanê derxistinê.

Li gorî peymana di navbera Talîban û Amerîkayê de, kesên biyanî û Efxanên xwedî daxwaz, dikarin ji welat derkevin.

Pentagon: Kêmî 4 hezar leşkerên me li Balefirgeha Kabulê mane

Têkildar jimara leşkerên Amerîkî yên vê gavê li Balafirgeha Kabulê jî Pentagonê eşkere kir ku kêmî 4 hezar leşkerên wan bi erkê xwe ên dawî radibin.

Li gorî planê, eger derxistina sivîlan temam bibe, wê leşkerên Amerîkî 31’ê Tebaxê ji Efxanistanê derkevin.

Talîban: Em amade ne Balefirgeha Kabulê dewir bigrin

Di vê navberê de rayedarekî Talîban ragihand ku ji bo radeskirina balafirgeha paytextê ew li benda erêkirina Amerîkayê ne.

Talîbanê diyar kir ku hêza wan a teknîkî heye xebatên balafirgehê birêve bibin.

Back to top button