Yemen..Di êrişa Hûsiyan li ser barageha leşkerî de bêtirî 30 kes mirin

Li Yemena ku 7 salin şer kêm nebûyî, çekdarên Hûsî êrişî navendeke leşkerî ya li parêzgeha Lahij ya dikeve başûrê welat kir.

Di encamê de herî kêm 30 kes mirin û 60 jî birîndar bûn.

Çekdarên Hûsî bi mûşek û balefirên bê mirov êrişî Baregeha Esmanî ya Leşkerî ya El-Anad a li parêzgeha Lahij ku dikeve başûrê Yemenê kir.

Çavkaniyekî leşkerî yê Yemenê diyar kir ku êrîş ji aliyê Hûsiyên piştevaniya xwe ji Îranê digrin ve pêk hatiye.

Di encamê de, 30 kes hatin kuştin û 60 kes jî birîndar bûn.

Birîndar ji bo nexweşxaneya Lahijê hatin veguhestin.

Heta niha li ser êrişê Hûsiyan ti daxuyaniyek ne daye.

Baregeha Esmanî ya Leşkerî ya El-Anad, ku hêzên koalîsyona bi pêşengiya Erebîstana Siûdî jî lê ne, mezintirîn baregeha leşkerî ya li welêt e.

Ji ber şerê ji Îlona 2014’an ve di navbera artêşa Yemen û Hûsiyên bi piştevaniya Îranê de pêk tê, nêzî 16 milyon welatî pêwistiya wan bi alîkariyê heye.

Back to top button