Balafirên Îsraîl êrişî çeperên Hemas yên li Xezza yê kir

Îsraîlê êrişî çeperekî Hemas yê li Şerîda Xezzayê kir.

Piştî êrişê ji herêmê agir û duman rabû.

Îsraîlê li dijî Tugaya Ezedîn El Qasam ya baskê çekdarî yê Hemasê ye, êrişek pêk anî.

Balefiran tevî xalek ya tugayê êrişî zeviyeke çandiniyê yê dikeve bakurê Xezzyê jî kir.

Heta niha ji aliyên Filistînî têkildarî encama êrişê ti daxuyanî ne hatiye dayîn.

Artêşa Îsraîlê di daxuyaniya xwe ya li ser tora civakî de got:

Li dijî êrişa balonên şewatê yên Hemasê, me navendek perwerde û hilberîna çekan ya Hemasê kir armanc.

Filistîniyan dorpêça Îsraîlê ya li ser Şerîda Xezza şermezar kirin

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ragihand ku di encama êrişên Îsraîl yên li ser xwepêşandêrên ji bo şermezarkirina li sînorê Xezayê de, 11 kes birîndar bûn.

Ji birîndaran rewşa 2 kesan girane.

Îsraîlê ji 2006’an ve Şerîda Xezza ku xwedî 2,1 milyon niştecihî ye ji bejahî, derya û hewayî ve dorpêç kiriye.

Back to top button