HPG: Li Heftanînê 3 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin

Gerîlla li herêma Heftanînê bi çalakiyeke sabotajê li hêzên artêşa Tirk dan..

Di encamê de erebeyek hate teqandin..

3 leşkerên tê de hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî encama şerên li Herêmên Parastinê yên Medyayê de daxuyaniya rojane belav kir..

Li gorî vê;

27’ê Tebaxê li herêma Heftanînê, li qada Şehîd Kendal li dijî wesayiteke leşkerî ya bi tîpa Reo çalakî hate lidarxistin..

Gerîllayan li devera di navbera qadên Deriyê Dawetiye û Girê Şehîd Rênas li hêzên artêşa Tirk dan..

Di encamê de herî kêm 3 leşkerên Tirk hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn.

Her wiha erebeya leşkerî tevî cebilxaneya tê de hate teqandin..

HPG: Artêşa Tirk bi gazên jahrî êrişî deverên Avaşînê kir

28’ê Tebaxê li herêma Avaşînê, devera Werxelê ji aliyê artêşa Tirk ve bi gazên jehrî hate bombardimankirin.

29’ê Tebaxê berê sibê jî artêşa dagriker careke din gazên jehrî û bombe li devera Werxelê barandin..

Piştî êrişê, leşkerên Tirk hewldan pêşde werin, lê di encama bersivdayîna gerîlla de hewldana wan hat têkbirin û neçar man paşde biçin..

Dîsa 28’ê Tebaxê artêşa Tirk li herêma Avaşînê, bi helîkopteran deverên Girê Şehîd Rizgar û Girê Şehîd Elî bombardiman kirin..

Heman rojê li derdora navçeya Kanî Masî, derdora gundên Hirorê, Dêşîşê, Derarê, Kêste û Seraru, qadên Girê Koordîne, Girê Zendûra û Girê Şehîd Çiya bi helîkopterên şer hatin bombardimankirin.

Li herêma Zapê jî roja 28’ê Tebaxê gundê Kêlê yê li qada Sîdayê ji aliyê qereqolên li ser sînor bi obusan hate topbarankirin.

Back to top button