Berxwedana zindanan bi biryardariyeke xurt didome

Ji bo azadiya rêber Abdullah Ocalan girtiyên siyasî yên li zîndanên Tirkiyê bi biryardariyeke xurt 275 roj in di grevê de ne û li ber xwe didin. Endama Kongra Star û dayîkên Aştiyê jî tecrîd şermezar kirin û banga azadiya rêber Apo kirin.

Berxwedana zindanan a ji bo azadiya rêber Abdullah Ocalan û ji bo bi dawîkirina binpêkirinên li girtîgehên Tirkiyê bi biryardariyeke xurt didome.

Çalakiya girtiyan bi koma 50’emîn, di roja 275’an de ye.

Çalakiya xwedîderktinê ya li Wargeha Penaberan a Mexmûrê 254 û ya li kampa Lavrîo ya Yewnanistanê jî 239 roj li pey xwe hiştin.

”Divê li hemberî tecrîdê, berxwedan were geşkirin”

Li gel vê, Endama Rêveberiya Kongra Star Ibtîsam El-Hisên jî têkildarî tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan da zanîn her ku asta têkoşîn û berxwedana gelan bilind dibe, dewleta Tirk tecrîdê girantir dike.

Lewra divê gel li hemberî hêzên hegamon ku dixwazin şoreşa gelan têk bibin, berxwedana xwe geş bikin.

Dayîkên Aştiyê yên li Amedê ji bo girtiyan banga azadiyê kirin

Li aliyekî din jî bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanî ye, dayîkên Aştiyê yên li Amedê îşaret bi tecrîd û binpêkirinên li girtîgehan kirin û daxwaza aştiyê kirin.

Back to top button