PYD’ê dest bi pêngava fêrbûna zimanê Kurdî li gundên Kobanê kiriye

Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’e ya Meclîsa Navçeya Şêranê bi hevkariya Desteya perwerde û fêrbûnê dest bi pêngava fêrbûna ziman kiriye. Jinên beşdarî perwerdê bûne balkişandin ser girîngiya perwerdeya zimanê dayîkê.

Bi salane gelê Kurd ji bo zimanê Kurdî bi dest bixin her rastî komkujî û qirkirinan hatine.

Li Rojavayê Kurdistanê zimanê Kurdî hatibû qedexekirin, lê bi awayên veşartî perwerdeya ziman didîtin.

Piştî şoreşa 19’ê Tîrmehê, kesên ku xwe fêrî ziman kiribûn dest bi avakirina Desteya perwerde û fêrbûnê kirin.

Şagirtan bi hejmareke zêde berê xwe dane dibistanan û xwe fêrî zimanê Kurdî dikirin.

Zarokên wan rojana îroj dayikan fêrî ziman dikin.

Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’e ya Meclîsa Navçeya Şêranê bi hevkariya Desteya perwerde û fêrbûnê dest bi pêngava fêrbûna zimanê Kurdî li gundên Kobanê kiriye.

Ev pêngav derfete ji bo kesên ku ji xwendinê bê parmane.

Niha perwerde li gundê Xerbîsan ku li rojhilatê Kobanê dikeve tê dayîn û nêzî 19 jin tevlî bûnê.

Her perwerdeyek derdora 45 rojan didome.

“Divê em zimanê xwe zindî bikin”

Jina bi navê Fîdan Mihemed dayika 4 zarokan xwe fêrî zimanê Kurdî dike wiha balkişand ser girîngiya ziman.

Jina ciwan ya bi navê Xaliya Elî yek ji koçberên Girê Spi ye xwesteka xwe ya fêrbûna zimanê dayikê.

Mamoste Emîne Mustefa ji gundê Xerbîsane da zanîn ku heya astekê rewşa dayikan başe lê divê ew li ser xwe bixebitin.

Back to top button