
Yek ji fermandarên Yekîneyên Parastina Jinê YPJ’ê Zinarîn Qamişlo diyar kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker konsepteke li dijî gelê kurd e. Zinarîn got: Bêdengiya hêzên garanator jî êrişan zêdetir dike, lewra divê gel xwedî helwesteke hevpar be.
Yek ji fermandarên Yekîneyên Parastina Jinê YPJ’ê Zinarîn Qamişlo êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser Kurdistanê nirxand.
Zinarîn Qamişlo diyar kir ku konsepta êrişan ne tenê li ser parçeyekî Kurdistanê ye, konsepteke li dijî tevahî gelê Kurd û Kurdistanê ye.
Zinarîn Qamişlo aliyê navnetewî ya vê konseptê jî wiha destnîşan kir..
Zinarîn Qamişlo: Heta dewleta Tirk hebe, DAIŞ jî wê hebe
Fermandara YPJ’ê Zinarîn Qamişlo îşaret bi êrişên vê dawiyê yên li ser Şengalê jî kir û anî ziman ku xuyaye fermana li ser civaka Êzidî ji holê ranebûye, heta ku dewleta Tirk hebe wê DAÎŞ jî hebe.
Zinarîn Qamişlo: Bi bêdengiya hêzên garanator re êriş zêdetir dibin
Zinarîn Qamişlo êrişên dagirkeriya Tirk li ser Zirgan û Til Temirê bi bîr xist û anî ziman ev hemû parçeyên konsepta nû ya êrişê ne.
Zinarîn Qamişlo: Divê gel xwedî helwesteke hevpar be
Yek ji fermandarên YPJ’ê Zinarîn Qamişlo herî dawî got, “Li dijî van êrîşan gel divê xwedî helwesteke hevpar be