Duh li Navenda Çand û Hunerê ya bajarê Tebqayê bi dirûşmeya “Mûzîk zimanê gelan e” 2`yemîn mîhrîcana Resenî û Folklor ya mûzik û stranan dest pê kir.
Bi sedan şêniyên bajarê Tebqayê, nûnerên Rêveberiya Sivîl a Tebqayê, Meclisa Leşkerî û nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên jin û jinên ciwan beşdarî mîhrîcanê bûn.
Hevseroka Navenda Çand û Hunerê ya Tebqayê Bêrîvan Dodex mîhrecan li gelê herêmê pîroz kir û got: “Ev mîhrîcan nûnertiya folklor û reseniya hemû pêkhateyan dike.”
Her wiha ji stranbêjan Serdar Şerîf û Raman Mihemed û gelek komên herêmî jî beşdarî mîhrîcanê bûn û stran bi zimanê erebî û kurdê pêşkêş kirin.
Di mîhrîcanê de Meclisa Rêveber a Tebqa, navenda Çand û Hunerê ya Tebqa û Cirniyê hatin xelatkirin.
Mîhrîcan dê 4 rojan dewam bike.