NAVENDA FIRAT A LÊKOLÎNÊ: HERÊMÊN RÊVEBERIYÊN XWESER YÊN HERÎ BI EWLE NE

Li gorî ankêteke ku ji aliyê Navenda Firat a Lêkolînan ve hatibû çêkirin, hate diyarkirin herêmên Rêveberiya Xweser yên herî bi ewle ne.

Navenda Firat a Lêkolînan der barê rewşa siyasî û herêmên Baukr û Rojhilatê SûrÎ ankêteke amade kiribû.

Di ankêtê de nêrînên 3 hezar û 284 kesan ji hemû beşên pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûrî hatibû girtin.

Encamên ankêtê îro bi civîneke çapemeniyê li ber navenda navenda Lêkolînan a Firatê ya bajarê Qamişlo hate xwendin.

Li gorî ankêtê zêdetirî 60 ji sedî ji xelkên Bakur û Rojhilatê Sûrî li dijî gefan amade ne herêmên xwe biparêzin.

Her wiha ji sedî 82 destekê didin çareseriya siyasî li Sûrî û tevgerên doplomasî yên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk.

Her wiha aramî li herêmên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûrî dibînin.

Leave a Reply

Back to top button