Ebd-Elcebar ji bo bedewkirina Swêdîkê zend û bend badan

Mirov ji welatê xwe hez bike divê bi awayekî nîşan bide. Li Rojava jî kesayetên wisa yên dilê wan ji bo welatê wan hildiavêje hene. Yek ji van kesan Ebd-Elcebar Teyî yê ji Dêrikê ye. Ew ji bo bedewkirina qada Swêdîkê zend û bendê xwe badane.

Qada Swêdîkê ya bi ser Dêrikê ve qadeke seyranê ye.

Şêniyê bi navê Ebd-Elcebar Teyî yê ji Dêrikê ku ji devera xwe hez dike, ji bo xweşkirina vê qadê ketiye nava hewldanan.

Ebd-Elcebar dixwaze bi îmkanên xwe rêya diçe Swêdîkê û kaniya li wir çêke û xweş bike.

Ebd-Elcebar Teyî yê ji 15’ê Tebaxê dest bi xebatê kiriye û dibêje, wê karê wî heta bi mehekê biqede û got, ew ê hawizan çêkin û daran biçînin.

Ebdulcebar diyar kir ku ew ji bo nifşên paşerojê û gelê xwe bi vî karî radibe.

Back to top button