Efrîn..Çeteyan 4 şênî ji gundê El-Cimila ku ji heman malbatê ne revandin

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên xwe li herêmên Sûriyê yên ku dagirkirine hemû cureyên hovîtiyê lê dikin. Dagirkeran li gundekî Cindirêsê ya Efrînê ji heman malbatê 4 kes û li Girê Spî jî zarokek revandin. Dagirker li ser parvekirina mal û milkên sivîlan yên li Efrînê jî şer dikin. Her roj li Efrîna dagirkirî kuştin, revandin, dizî û desteserkirina malên welatiyan ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve berdewam dikin.

Li gorî nûçeya ANHA’yê çeteyên bi navê ”Polîsên Leşkerî” 4 şênî ji heman malbateke ji gundê El-Cimila yê navçeya Cindirêsê revandin, ku yek ji wan jin e.

Hat diyar kirin çeteyan kesên revandin radestî istixbarata Tirkiyê ya li Efrînê kirin.

Navên kesên ku hatine revandin jî wiha ne:

Mistefa Şêxo û keça wî ya bi navê Rûken Mistefa Şêxo ya 21 salî,

Heysem Mistefa Şêxo yê 41 salî

Û Ciwan Mistefa Şêxo yê 20 salî

Li gorî nûçeyê keça 21 salî Rûken Şêxo piştî çend rojan ji lêpirsîn û eşkenceya fizîkî û derûnî hat berdan.

Lê Heysem Şêxo piştî ku eşkence lê hate kirin û rewşa wî giranbû çeteyan ew rakirin nexweşxaneya leşkerî ya çeteyan.

Hat gotin çarenûsa kesên din yên revandî nediyar e.

Çeteyan li ser dabeşkirina milkên sivîlan bi hev ketin

Her wiha li gorî ANHA’yê ragihand çeteyên Dewleta Tirk a dagirker, li navçeya Bilbilê jî li ser mal û milkên şênîyan li hev nekirin û di nava wan de şer derket.

Hat diyar kirin di encama şerê ku navbera Polîsên Leşkerî û çeteyên furqeya Sultan Murad de derketî, kuştî û birîndar hene.

Dagirkeran li girê spî zarokek 10 salî revandin 

Çeteyên Dewleta Tirk zarokek 10 salî jî ji bajarokê Hemam Tirkman ê Girê Spî revandin.

Hat diyar kirin artêşa Tirk û çeteyên wê êrişî mala welatiyê bi navê Mihemed El-Dehiş ê ji eşîrê Elbo Raşid a li bajarokê
Hemam Tirkman kir û zarokê wî yê 10 salî revand.

Hat gotin ku zarok bi keviran li hemberî çeteyan li ber xwe da.

Heta niha çarenûsa zarok, nayê zanîn.

Back to top button