
Piştî amadekariya 3’ê mehan, Komîteya Wêjeyê Ya Rojavayê Kurdistanê, yekemîn konferansa xwe li Qamişlo li dar xist. Nûnerên Rêveberiya Xweser, nivîskar û rewşenbîr tevlî konferansê bûn.
Îro Komîteya Wêjeyê Ya Rojavayê Kurdistanê, yekemîn konferansa xwe bi dirûşmeya “wêje, hizir, hebûn û berxwedan e” li hola Efrîn a bajarê Qamişlo li dar xist.
65 delege ji rewşenbîr, nivîskar û wêjevan ên ji bajarên Bakur û Rojhilatê Sûrî beşdarî konferansê bûn..
Axaftina yekemîn a konferansê ji aliyê Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM’ ê Zelal Ceger ve hat kirin..
Nivîskar ji Bakurê Kurdistanê jî bi riya vîdoyê beşdarî konferansê bûn.
Endamên komîteya wêjeyê ya Rojavayê Kurdistanê nerînên xwe anîn ziman û diyar kirin ku armanc ji konferansê pêşxistina kar û xebatên wêjeyê ye.
Komîteya Wêjeyê ya Rojavayê Kurdistanê di sala 2016`an de hatiye damezrandin.