Li paytexta Fînlandiya Helsînkî li dijî êriş û nijadperestiya dewleta Tirk çalakiyek hat lidarxistin.
Kurdên li Helsînkiya ku paytexta Fînlandiyayê ye tevî rêxistinên çepgir, antîfaşîst û demokrat li dijî êriş û nijadperestiya Tirkiyê meşiyan.
Meşê li navenda bajêr li Qada Kamppiyê dest pê kir û heta Dêra Mezin domiya.
Di çalakiyê de hate diyarkirin ku bi destê desthilatdariya AKP û MHP’ê li dijî Kurdan êriş tên kirin.
Di çalakiyê de axaftin hatin kirin û êrişên li dijî Kurdan hatin şermezar kirin.
Di çalakiyê de banga boykotkirina bazirganî û tûrîzma Tirkiyê jî hate kirin.