Ciwanên Şoreşger: Tirkiyê li ber berxwedana Gerîla xwe nagire

Îro bi sedan Şênî û endamê Ciwanên Şoreşger ên Efrînê li Şehbayê bi meşekê êrişên dewleta Tirk ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin.

Meş ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya kantona Efrîn û Şehbayê hat organîze kirin.

Meş ji têketina bajarokê Fafînê yê kantona Şehbayê dest pê kir

Meş li goristana şehîdên komkujiyên Til Rifet û Aqîbê ya li bajarokê Fafînê veguherî mîtîngê.

Piştî ku meş veguherî mitîngê daxuyanî hat xwendin.

Di daxuyaniyê de Ciwanan da zanîn ku dagikeriya Tirk êrîşên xwe li ser herêmên parastinê zêde dike û dixwaze gelê Kurd wenda û qir bike lê dagirkeriya Tirk xwe li ber berxwedana Gerîla nagire.

Di dawiya daxuyaniyê de Ciwanan soza da ku ewê bi rihê berxwedana Îmralî, bi rihê têkoşer Zîlan, Bêrîtan û Avêsta wê dîrokeke nû binivîsin û faşîzma Tirk û çeteyên ji holê rakin.

Back to top button