Wezîrên karên derve yên 7 dewletan îro li ser rewşa Lîbyayê dicivin

Dezgehên çapemeniyê yên Cezayîrê ragihand ku ji bo çareseriya aloziya Lîbyayê dê îro civîneke li ser asta wezîrên dewletên cîranên Lîbyayêwere lidarxistin.

Çavkaniyan diyar kir ku wezîrên karên derve yên 7 dewletan dê îro li Cezayîrê kom bibin da ku rêbazên bidawîkirina aloziya Lîbyayê nîqaş bikin.

Lîbya, Cezayîr, Misir, Sûdan, Chad, Tûnis, Malî, nûnerên Yekitiya Afrîka û NY`yê jî dê beşdarî civînê bibin.

Li gorî çavkaniyan, civîn wê du rojan dewam bike û tê payîn ku wezîrê karên derve yê Almanyayê jî beşdarî civînê bibe.

Back to top button